Rayedarê Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê: Koalîsyon di navbera me û Tirkiyeyê de navbeynkariyê dike

Rayedarê Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê: Koalîsyon di navbera me û Tirkiyeyê de navbeynkariyê dike

PeyamaKurd – Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, Bedran Çiya Kurd ji podkasta Çavê Sêyem a ku li Radyoya Rûdawê tê weşandin axivî.

Bedran Çiya Kurd diyar kir ku Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê navbeynkariya agirbestê di navbera HSDyê û Hikûmeta Tirkiye û grûpên çekdar ên wê bi ser Tirkiyeyê de dike.

Bedran Çiya Kurd got, heta niha tu hevdîtinên rasterast di navbera HSDyê û Tirkiyeyê de çênebûne, lê koalîsyonê navbeynkariya her du aliyan kiriye.

Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, Bedran Çiya Kurd li ser dîplomasiya nerasterast a di navbera aliyan de weha got:

“Hewldanên cidî ji bo çareserkirina pirsgirêkan hene û hêvî heye ku pirsgirêk hem bi Şamê re û hem jî bi Tirkiyê re bên çareserkirin. Armanca me ew e ku em êrîşên li ser tevahiya Sûriyê û li tevahiya Rojavayê Kurdistanê rawestînin. Divê Sûriye vegere danûstandin û diyalogê, weke hûn jî dizanin şer bi giranî li herêmên me ye. Ev jî ji ber êrîşên Tirkiyeyê û komên bi ser Tirkiyeyê grûpên çekdar ên din e, divê em gav bi gav bi rêya diyalogê çareser bikin. Di navbera me û Tirkiyeyê de rasterast hevdîtin nayên kirin, lê belê hevalbendên me nameyan dibin û tînin.”

Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.