Di şerê çekdarî yê malbatan de li Akrê 5 hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Ji ber şerê malbatên navçeya Akrê ya Dihokê ku 2 kes birîndar bûn, 5 kes hatin desteserkirin û ji bo 25 kesan jî biryara desteserkirinê hat dayîn.
Duh bi şev li bajarokê Girdasanê yê Akrê ji ber “nakokiyeke civakî”, di navbera du malbatan de şerekî dijwar derket. Di pevçûnê de polîsek jî di nav de herî kêm 2 kes birîndar bûn.
Di çarçoveya pevçûnan de hêzên ewlehiyê 5 kes desteserkirin û ji bo 25 kesên din jî biryara desteserkirinê hat dayîn.
Li gorî agahiyên ku Midîrê Navçeyê Ehmed Silêman dane, rewşa 2 kesên di pevçûnê de birîndar bûne baş e.
Di pevçûnê de 2 wesayît şewitîn û di gelek malan de xisara madî pêk hat.
Ev nivîs 51 car hatiye xwendin.




