Rûsya: Bajarokek li Ukraynayê hat kontrolkirin

PeyamaKurd - Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand ku hêzên wan bajarokê Pasivka yê li herêma Sumy kontrol kirine û li 12 cihên din êrîş li ser hêzên Ukraynayê pêk anîne.
Rûsya îdia dike ku Ukrayna hîn jî êrîşên li ser binesaziya enerjiyê didomîne. Hêzên Rûsya bi şev êrîşî baregeha leşkerî ya navendî a topan û kargeheke dronan ên li Ukraynayê kirin.
Serokê Ukraynayê Zelensky jî dibêje ku êrîşên Rûsya zêde bûne ji ber ku zextên navneteweyî li ser Moskowê têr nakin. Li gorî rayedarên Ukraynayê, di êrîşên dawî de li Kîevê û başûrê welat herî kêm 2 kes hatine kuştin û 2 kes jî birîndar bûne.
Ev nivîs 57 car hatiye xwendin.





