Nêçîrvan Barzanî: Em li gel YNKyê li ser rêyeke rast a gotûbêjên pêkanîna hikûmetê ne

Nêçîrvan Barzanî: Em li gel YNKyê li ser rêyeke rast a gotûbêjên pêkanîna hikûmetê ne

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ju PDK û YNK li ser rêyeke rast in ji bo ku bikarin kabîneya nû ya hikûmetê pêk bînin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Ebû Dabûyê derbarê gotûbêjên di navbera PDK û YNKyê yên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand:

 

 “Gotûbêjeke cidî di navbera me û YNKyê de hene. Di vê demê de bêhnvedan hebûn, cejna Remezan û Newroz tevlihev bûn, ev sedema sereke ye ji bo paşketina gotûbêjan, lê ez bawer im em li ser rêyeke rast in ji bo em bikarin hikûmeta nû ava bikin.”

Derbarê sedema derengketina şandina petrola Herêma Kurdistanê de jî diyar kir, “Hin pirsgirêk hene, lê wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadekariyek heye ji bo ku di demeke kurt de petrol bi rêya boriyê ve ji derve re bê şandin.”

Ev nivîs 61 car hatiye xwendin.