Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Ezim kir

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Ezim kir

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, îro, 16.04.2025an, li Selahedînê pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Ezim kir û di hevdîtinê de behsa hemahengiya aliyên siyasî û çareserkirina pirsgirêkan hat kirin.

Îro, Serok Mesûd Barzanî li Selahedînê pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Ezim Musena El Semerayî kir.

Di hevdîtinê de gotûbêj derbarê rewşa siyasî ya Iraq û herêmê de hatin kirin û behsa hemahengiya di navbera aliyên siyasî yên Iraqê ji bo çareserkirina pirsgirêkan hate kirin.

Ev nivîs 54 car hatiye xwendin.