Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî pirsa tenduristiya Onder ji DEM  Partiyê kirin

Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî pirsa tenduristiya Onder ji DEM  Partiyê kirin

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo rewşa tenduristiya Parlamenter û Endamê Şanda Îmraliyê Sirrî Sureyya Onder telefonî berpirsên DEM Partiyê kirin û hêviya selametiyê ji bo wî xwestin.

Endamê Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê û Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Sirri Sureyya Onder, şevê din piştî krîza dil li Nexweşxaneya Florence Nightingale hate emeliyatkirin ku li gorî daxuyaniya bijîşkan metirsiya jiyanê li ser berdewam dike.

Ji Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî hêvîya selametiyê

DEM Partiyê ragihand ku Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî bi rêya telefonê pêwendi bi berpirsên DEM Partiyê re danîne û hêviya başbûnê ji Onder re xwestine.

Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî herwiha derbarê rewşa tenduristiya Onder de agahî wergirtin û hestên xwe yên piştgiriyê anîn ziman.

Ev nivîs 77 car hatiye xwendin.