Sûdanî: Min Ehmed Şara vexwend Iraqê

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî di ”9emîn Foruma Silêmaniyê” de ya ku li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê hat lidarxistin de gotarek pêşkêş kir. Sûdanî diyar kir ku li Silêmaniyê atmosfereke pêşketinê heye û fêkiyên îstiqrar û dewlemendiyê jê distînin û weha got:
“Ji roja ewil a ku me dest bi wezîfeyê kiriye heta niha xebatên me bi têgihiştina sereke ya Iraqê ye.”
Serokwezîrê Sûdanî amaje bi peywendiyên Hewlêr û Bexdayê jî kir û got, “Pêwendiya di navbera Bexda û Hewlêrê de yekem car e veguherî diyalogeke teknîkî û yasayî, yasaya neft û gazê êdî bûye pêwîstiyeke bingehîn.”
Sûdanî bi bîr xist ku Lûtkeya Ereban wê di demeke nêz de li Bexdayê bê lidarxistin û weha got:
“Lûtkeya Ereban li gor Bexdayê bûyereke girîng e. Min serokê Sûriyeyê Ehmed Şera jî vexwend ku beşdarî lûtkeyê bibe.”
Sûdanî di dewama gotara xwe de weha pê de çû ku “Iraq pêdivî bi reformên wêrek û berfereh heye, nimûnen ji karên ku ji aliyê hikûmetê ve tên kirin da” û got ku ew giringiyê didin peywendiyên herdu cîranan û welatên din.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El Sûdanî di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman:
Ev nivîs 49 car hatiye xwendin.“Iraq bûye navendek ji bo aramiyê. Ji bo aramiya herêmê amade ye bibe şirîkek pêbawer û hêmaneke bi bandor. Dewleta bihêz dewletek sazî ye ku berê xwe dide Iraqê û rêzê li destûrê digire. Iraq êdî ne ya sala 2014an e. Ez ê di hilbijartinên bê de bibim namzed, ev derfetek e ji bo piştgirîkirina projeya reforman ji bo Iraqê. Têkiliyên bi Amerîkayê re stratejîk in û em ji bo bipêşxistina vê peywendiyê tevdigerin.”





