Mesrûr Barzanî: Kurdên Sûriyê dikarin ji ezmûna me sûdê werbigrin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 16ê Nîsanê beşdarî 9emîn Dîdara Silêmaniyê ya derbarê çarenivîsa Kurdên Rojavayê Kurdistanê de bû.
Serokwezîr Barzanî di axaftina xwe de got: “Xwişk û birayên me yên li Sûriyeyê dikarin ji ezmûna Herêma Kurdistanê sûd werbigirin, ku ezmûnek dewlemend e. Me gelek xweşî û nexweşî dît. Ew dikarin ji kirinên me yên baş sûd werbigirin û şaşiyên me dubare nekin, bi nêrîna min, şîreta herî baş e ji bo bira û xwişkên me yên li Sûriyeyê. Ji bo me ya girîng yekîtî û hevgirtina wan e. Her ku kurdên Sûriyeyê bêtir yekgirtî bin, ew qas bêtir dikarin mafên xwe yên rewa biparêzin. Ji bo gihîştina rêkeftinekê bi rayedarên Şamê re ku hemû mafên ku ew dixwazin bidest bixin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir: “Sûriye welatekî pirneteweyî ye, ji hêla erdnîgarî û etnîkî ve gelek cudahî hene. Ji aliyekî ve, li deverên Kurdistanî gelek Kurd hene. Aliyên din ên li bakur-rojavayê Sûriyeyê, nêzîkî Tirkiyeyê û hevalbendên wê ne. Li deverên beravê yên Deryaya Sipî Elewî û li başûrê Sûriyeyê jî Durzî hene. Heta pêkhateya eşîrên Ereb ên li Sûriyeyê jî, hemû ne di heman nêrînê de ne.”
Mesrûr Barzanî got: “Cihêkî din heye ku rejîmek pir bihêz nekariye xwe lê biçespîne û hemû deverên Sûriyeyê di bin kontrola xwe de bihêle. Ji bo kesên ku bi erdnîgariya Sûriyeyê, bi taybetî li herêma Dêrazorê û heta Tedmurê dizanin, ew herêmeke pir mezin e ku çalakiyên DAIŞê li wir bi giranî berdewam dikin. Li gorî rapor û agahdariyên ku digihîjin me, çalakiyên wan hîn zêde bûne. Herwiha li gelek kampên çekdarên DAIŞê yên berê ku niha tê de girtî hene, ku ev jî jî xeternak in. Bê guman, li her cihê ku ewlehî û aramî û aboriyek baş tune be ku bikaribe bersiva xizmetên gel bide, tundûtûjî zêdetir e.”
Herwiha Serokwezîr Barzanî da zanîn: “Li gorî ezmûna me, li herêmên ku rewşa aborî çêtir e, aramiya siyasî û ewlehî baştir e. Ji ber vê yekê ev tişt bi hev ve girêdayî ne. Sûriye niha di rewşek pir hestiyar de dijî û piştî salên şer û pevçûnan, rewşa aborî nebaş e, ew hewceyê alîkariya navdewletî ye. Heta radeyekê mezin, derfetek baş ku alîkariyên navdewletî ligel daxwaza hikûmetekê hemû alî tê de beşdar bibin, niha heye. Ez difikirim ku ev derfet dikare were bikaranîn û alîkariya ku ji bo Sûriyeyê heye, dikare bi nêrînên ku sûdê didin her kesî were peyda kirin û kes neyê paşguhkirin. Xwişk û birayên me dikarin li ser vê yekê bixebitin û bibin beşek ji avakirina Sûriyeyeke demokratîk ku her kes xwe tê de bibîne û berjewendiyên her kesî tê de parastî bin.”
Ev nivîs 70 car hatiye xwendin.




