Mesrûr Barzanî û berpirsê Îranî pêşxistina têkiliyên hevbeş gotûbêj kirin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 16ê Nîsanê pêşwazî li Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Seîd Xetîbzade kir.
Di hevdîtinê de, tekezî li ser girîngiya pêşxistina têkiliyên dualî li ser bingeha berjewendiyên hevbeş hate kirin.
Hikûmta Herêma Kurdistanê piştî civînê ragihand, di hevdîtinê de rewşa giştî ya Iraq û navçeyê û pêşxistina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê de hatin gotûbêjkirin.
Herwiha, her du aliyan tekezî li ser pêşxistina têkiliyên dualî li ser bingeha berjewendiyên hevbeş kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, guftûgoyên di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de û girîngiya parastina ewlehî û aramiya navçeyê, beşek din a hevdîtinê bûn.
Ev nivîs 65 car hatiye xwendin.




