Nêçîrvan Barzanî: Bazirganiya Iraq û Îmaratê gihîştiye 30 milyar dolaran

Nêçîrvan Barzanî: Bazirganiya Iraq û Îmaratê gihîştiye 30 milyar dolaran

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku bazirganiya di navbera Iraq û Îmaratê de gihîştiye 30 milyar dolaran.

Di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya bo Ebû Debî de, Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ku di hevdîtinên li gel Serokê Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zeyid el-Nehyan de tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên aborî û bilezkirina hewlên sermayerazandinê Kurdistanê hatiye kirin.

Wî bal kişand ser berjewendiya Îmaratê ji bo berfirehkirina hevkariyê û eşkere kir ku çêdibe ku di demeke nêzîk de Ebû Debî nûnerekî taybet bo Herêmê destnîşan bike. 

Mesrûr Barzanî got: 

“Ev yek dê bibe pêngaveke girîng.”

Serokê Kurdistanê he weha destnîşan kir ku ev îhtimala han nîşana berjewendiya stratejîk a dewleta Kendavê ye ji bo bidestveanîna Kurdistanê weke xaleke ketina sermayeya berfirehtir li seranserî Iraqê.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir,

“Armanca me ew e ku em zêdetir sermayedar û projeyên Îmaratî ber bi Herêma Kurdistanê ve bikişînin.”

Ev nivîs 63 car hatiye xwendin.