Parêzgarê Dêrazorê: Bîrên petrolê yên HSDê di demeke nêzîk de dikevin kontrola Şamê

PeyamaKurd - Parêzgarê Dêrazorê Xesan Ehmed ji medyaya fermî ya Tirkiyê re gotiye ku Wezareta Petrolê wê serperiştiya hemû bîrên petrolê yên herêma Cizîrê bike û bixe kontrola xwe.
Xesan Ehmed diyar kiriye ku bi rêya rêkeftina di navbera Hikûmeta Şamê û HSDê de, wezareta Petrolê dê serperiştiya temamê bîrên petrolê bike.
Ehmed daye zanîn, bîr ji çend salan ve nehatine nûjenkirin û hejmarek ji wan ji kar ketine.
Parêzgarê Dêrazorê Xesan Ehmed got, pêwendî li gel hemû karmend û karkerên petrolê li devera Cizîrê hatiye kirin, ji bo ku xwe amade bikin ji kontrolkirina Wezareta Petrolê re di demeke nêzîk de.
Ev nivîs 52 car hatiye xwendin.




