Îranê di zîndana Sepîdarê ya bajarê Ahwaz de 2 û di zindana Dezfûlê de kesekî îdam kir

Îranê di zîndana Sepîdarê ya bajarê Ahwaz de 2 û di zindana Dezfûlê de kesekî îdam kir

PeyamaKurd – Daraza Îranê li eyaleta Kuzîstanê di zîndana  Sepîdarê ya bajarê Ahwazê de 2 kesan îdam kir. Hat ragihandin ku her dû kes bi sedema kuştina mirovan ceza dane wan û wan îdam kirine.

Kesên hatine îdam kirin; ji bajarê Ahwazê Cemîl Roşadat (40) û ji bajarê Dezfûlê Zuheyr Şemsî (32) ne.

Li gor ragihandina Hengawê;  her dû kes di 5ê Nîsanê de ber destê sibê wan îdam kirine. Cemîl Roşadat Ereb e û Şemsî xwediyê 2 zarokaye.

Şemsî 4 sale ku di zîndanê de bû û Roşadat 3 sale ku di zîndanê de bû. Dewleta Îranê di derbarê îdama her dû kesan de ti daxwuyanî neda.

Dewleta Îranê her weha bi sedema mirov kuştiye cezayê îdamê dabû Hamid Abdulî ku di zîndana Dezfûlê de bû. Abdulî ji xelkê Lor e û infaza wî li, eyaleta Hûzîstanê di heman zîndanê de hat kirin.

Komela Mafê Mirovan Hemgawê ragihand ku di roja 7ê Nîsanê de serê siba zû, ew îdam kirine.

Dewleta Îranê ji bo infaza kesê navborî ti ragihandinê nekiriye.

Ev nivîs 34 car hatiye xwendin.