Trump û Netenyahu derketin ber çapemeniyê

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Trump û serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu civîna çapemeniyê ya Koşka Sipî betal kiribûn lê di encamê de car din biryarê dan ku civîna çapemeniyê li dar bixin.
Her dû lîder pirsên rojnamevanan bersivandin û di wexta weşanavê nûçeyê de civîna çapemeniyê li Koşka Sipî dewam dikir. Di nav pirsan da bersivên berbiçav yên ku Trump bersivand bi awayekî giştî weha bûn;
-Li ser baca gumrika YEyê Trump got ku li DYAyê tevî enerjî erzane, YE ji Amerîka enerjiyê nakire lê temamê otomobîlên xwe yên wekî Mercedes, BMW û yên din difroşe DYAyê û niha ferqa îxracata navbera DYA û YEyê 350 milyar dolare. Qesta Trump j enerjiyê, petrol, gaz, komur û hwd. ye û heman tiştan bo Çînê jî got.
-Li ser baca ku daniye ser Çînê jî Trump got ku her sal Çîn ji DYAyê 600 milyar dolar pere ji DYAyê qezenc dike û kara xwe dide artêşa xwe û wan çekdar dike. Çima Çîn weha dike? Çîn bi xwe welatekî girtiye û şîrketên wan li DYAyê dixebitin lê rê nade ku yên DYAyê li Çînê reqabetê bikin.
-Li ser pirsa bo Netenyahu ya ku li Sûriyê Tirkiye baregehan ava dike, Netenyahu got ku ew rê nadin li Sûriyê baregehan ava bikin da rêvebiriya Sûriyê baregehan bike ciyên êrîşan bo ser Îsraîlê.
-Trump di encamê de dewra Biden rexne kir û got heya DYA alîkariyekî zêde bo Afganistanê jî kiriye û ev şaşe. Wê ji niha û pê de wê masa xwe bike sifir û her tiştî ji sifrê biwelatan re destpêbike.
-Pirseka girîng jî li ser muzakereyên bi Îranê re bû. Trump got ku wê roja Şemiya bê, bi Îranê re raste rast muzakereyan di asta jor de dê bikin û navbeynkaran ji ortê derxin.
Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.




