Hêzên asayîşa Îranê xortekî Belûcî kuştin

PeyamaKurd – Ajanên Îranê li eyaleta Sîstan-Belûcistanê li bajarê Delganê kesê bi navê Mecîd Emrar ê 23 salî kuştin. Casûsên Îranê bi cilên sîvîl bûn. Bûyer di 6ê Nîsanê de li gundê Huseynabadê ku nêzî bajarê Delganêye qewimî.
Hengawê ragihand ku ajanên dewleta Îranê, piştî kesê navborî dikujin, ji ciyê bûyerê dûr dibin.
Ev nivîs 39 car hatiye xwendin.




