Von der Leyen: YE amadeye berdiva tarîfên bacê yên DYAyê bide

Von der Leyen: YE amadeye berdiva tarîfên bacê yên DYAyê bide

PeyamaKurd – Seroka komisyona Yekîtiya Ewrûpayê Ursula von der Leyen li Norweçê piştî hevdîtina bi serokwezîrê Norweçê Jonas Gahr Store re ragihand ku ew amadene bersiva tarîfeyên baca gumrikê yên ku DYA daniye ser wan bidin lê eger ji muzakereyên bi DYA re encam nestînin, dê bersivê bidin. Leyen got:

“Em li ser bandora tarîfên baca gumrikê yên DYAyê axifîn. Tarîfe li Amerîkayê serfkaran û karsazan ji aliyê maliyetê de, dixe rewşa xerab û li ser aboriyê bandorekî xerab çêdike. Bi taybetî biryara DYAyê li ser welatên ku hêj nuh pêşde diçin, bi tundî bandorê dike.

Ewrûpa her wext amadeye peymanekî baş îmza bike û amadeye bo DYAyê bo berhemên sanayiyê sifir tarîfe pêşniyar bike.”

Leyen got ku bi hevkarên Ewrûpa yên hilberînerên hesinê pola, otomobil û derman re di nav têkiliyên xwurt de ne û li ser bersiva bidin DYAyê û xwurtkirina bazara Ewrûpayê û cûrekirina têkiliyên bazirganî gotûbêj kirine.

Leyen her weha got ku di derveyê DYA de, bazara dinyayê %83 heye û wê xwe bidin ser wê bazarê.

Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.