Li bajarê Ezirganê 14 koçber hatin girtin û organîzatorekî şandin zîndanê

Li bajarê Ezirganê 14 koçber hatin girtin û organîzatorekî şandin zîndanê

PeyamaKurd – Li bajarê Ezirganê (Erzincan) di encama operasyona hêzên asayîşê de 14 koçber hatin girtin û kesê bi navê A.K. ku karê qaçax yê mirovan dikir, bi biryara dadgehê şandin zîndanê.

Operasyon ji aliyê rêvebiriya emniyetê an ku hêza asayîşê de hat kirin û operayonê di ser hesabê xwe yê medya civakî da belav kir.

Di operasyonê de dema erebeyekî didin rawestandin tê de 14 koçberan dibînin û wan desteser dikin. Piştî tesbîta nasnama koçberan dikin wan dişînin Rêvebiriya Koçberan ya bajarê Ezirganê da wan paşde bişînin welatê ku jê hatine û qaçaxkar dişînin zîndanê.

Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.