Pûtîn bi Lukaşenko re axivî

Pûtîn bi Lukaşenko re axivî

PeyamaKurd – Di pêwendiya telefonî ya di navbera Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û hevtayê wî yê Belarusî Aleksandr Lukaşenko de, hevdîtin û hevkariyên pêşerojê hatin gotûbêjkirin.

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi hevtayê xwe yê Belarûs Aleksandr Lukaşenko re bi telefonê axivî.

Lîderan li ser danûstandinên paşerojê, di nav de civîneke ku wê di dawiya Nîsanê de li Volgograd pêk were, gotûbêj kirin û li hev kirin ku bi hûrgulî li ser mijarên hevkariyê yên heyî û pevguhertina nêrînan li ser gelek mijaran bi berfirehî nîqaş bikin.

"Ji Pûtîn re spasî"

Di hevdîtinê de Pûtîn bi têlefonê spasiya Lukaşenko kir ku li ser sînorê Polonya û Belarûsyê gelek teqemeniyên ku ji Rûsyayê re dihatin veguhestin girtin. Pûtîn herwiha ji Lukashenko xwest ku spasiyên xwe ji pisporên ku barê xeternak keşf kirine û tespît kirine nîşan bide û bi qasî ku dibe bila bibe wan teşwîq bike.

Berê jî Komîteya Gumrukê ya Dewletê ya Belarûsyê ragihandibû ku îtxalata mezintirîn beşê teqemeniyan di dîroka komarê de ji bo Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê (EEU) rawestandiye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li ser sînorê Belarûs-Polonyayê hewl hat dayîn teqemeniya bi eslê xwe biyanî ya 580 kîloyî bi qaçaxî bê kirin û ji teref ajokarekî 41 salî ve derbasî Rûsyayê bibe.

Derbarê şofêrê desteserkirinê de doz hat vekirin û heta 10 salan cezayê girtîgehê hat xwestin. Pisporan diyar kirin ku madeya ku hatiye tesbîtkirin teqemeniyeke bi hêz pentaerythritol tetranitrat e.

Herdu serokan herwiha li ser tetbîqata hevpar a hêzên çekdar ên Rûsya û Belarûsê Zapad-2025 û rewşa herêma Hêzên Berevaniya Stratejîk gotûbêj kirin. Herwiha hat ragihandin ku wan bi kurtasî behsa rewşa herêma tevgera taybet a leşkerî kirine.

Tetbîqata Stratejîk a Belarûs-Rûsya Zapad-2025 wê di nîvê meha Îlonê de li Belarusê bi beşdariya zêdetirî 13 hezar leşkeran were lidarxistin.

 
 
Ev nivîs 73 car hatiye xwendin.