Netanyahu: Em naxwazin li Sûriyê bi Tirkiyê re şer derkeve!

Netanyahu: Em naxwazin li Sûriyê bi Tirkiyê re şer derkeve!

PeyamaKurd – Trump, Serokwezîrê Îsraîlê ji dil pêşwazî kir û destê wî girt.

Wêneyên serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ku kursia Netanyahu dikişîne da ku li ser rûne, li ser medyaya civakî bû trend.

‘Em bi Tirkiyeyê re şer naxwazin’

Qesra Spî ragihandibû ku civîna çapemeniyê ya ku wê piştî hevdîtinê were lidarxistin, betal bûye. Di şûna wê de, her du serokan bersiv dan pirsên komek piçûk a rojnamevanan li Ofîsa Oval.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re li paytext Washingtonê civiya. Netanyahu di axaftina xwe ya li Ofîsa Oval ya li gel Serokê Amerîkayê Trump de ji rojnamevanan re got, "Em naxwazin Sûriye weke baregeheke ku tê de êrîşî Îsraîlê bike ji aliyê ti kesî ve, Tirkiye jî di nav de ye."

Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu ragihand ku wî û Trump rewşa dawî ya Sûriyê gotûbêj kirine û got, "Pêwendiyên me yên cîrantiyê yên bi Tirkiyê re xirab bûne û em naxwazin Sûriye ji aliyê ti kesî ve, ji aliyê Tirkiyê ve ji bo êrişkirina Israîlê bibe baregeh. Tirkiye welatek e ku têkiliyên wî yên pir baş bi Amerîkayê re hene. Têkiliya Serokomar bi serokê Tirkiyê re heye. Me bi awayên cuda gotûbêj kir ku çawa em dikarin ji vê nakokiyê dûr bikevin."

Trump: Em bi Îranê re di danûstandinên nukleerî yên rasterast de ne

Serokê Amerîkayê Trump jî derbarê hevdîtinên nukleerî yên bi Îranê re daxuyanî da. Trump da zanîn ku Amerîka wê ji roja Şemiyê pê ve bi Îranê re rasterast danûstandinên nukleerî bike. Îranê pêştir gotibû ku wan pêşniyarên danûstandinên rasterast red kirine.

Trump got: "Em bi Îranê re rasterast di nav danûstendinan de ne û wan dest pê kir. Wê roja Şemiyê dewam bikin. Civîneke me ya pir mezin heye û em ê bibînin ka çi dibe. Ez difikirim ku her kes qebûl dike ku lihevkirinek çêtir e. Ez hêvîdar im ku ev danûstandin serkeftî bin. Ez wisa difikirim ku eger ew bi ser kevin wê di berjewendiya Îranê de be. ... Em hêvîdar in ku ev yek pêk were."

 
Ev nivîs 91 car hatiye xwendin.