Eraqçî: Heke daxwazên Amerîka ne bê mentiqî bin lihevkirin pêkan e

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî di civîna çapemeniyê ya bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re ragihand ku eger daxwazên bê mentiqî ji aliyê Amerîkayê ve nebin, lihevkirin pêkan e. Eraqçî got, her çiqas derbarê niyetên aliyê Amerîkî de gumanên cidî hene jî, ew dê bi îrade û biryardarî beşdarî muzakereyên sibê bibin.
Lavrov jî diyar kir ku Rûsya amade ye ji bo hêsankirina peymanên navokî (nukleerî) yên di navbera Îran û Amerîkayê de alîkariyê bike.
Eraqçî di derbarê muzakereyên navokî yên ku dê sibê bi Amerîkayê re bên kirin de got ku vê demê ji ber siyaseta zexta herî zêde ya Amerîkayê û gefan, ew tenê dikarin muzakereyên nerasterast bikin û nikarin bikevin muzakereyên rasterast. Herwiha tekezî li ser wê yekê kir ku eger alî tenê li ser pirsgirêka atomî bisekinin û mijarên din tevlî nekin, û eger daxwazên ku nayên cîbicîkirin ferz nekin, dikarin bigihîjin lihevkirinê.
Eraqçî da zanîn, ew ji rola Rûsyayê ya di peymana nukleerî de gelek razî ne û ew hêvî dikin ku di her lihevkirineke nû de jî Rûsya rola xwe ya alîkar bidomîne.
Ev nivîs 61 car hatiye xwendin.




