Ger PKK çekên xwe deyne wê gelê herêmê sûdeke mezin wergire

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan jî got, eger PKK çekên xwe deyne, welat û gelên herêmê wê sûdeke mezin jê wergirin.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan li ser geşedanên dawî yên li herêmê ji kanala UTV ya Iraqê re nirxandin kirin.
Hakan Fîdan got, "Pêwîst e rêxistin niha vê fêm bike: Em amade ne hem li Iraq, hem li Sûriye û hem jî li Tirkiyeyê hemû helwestên bêçek qebûl bikin, lê dema metirsiya terora çekdarî hebe, ti kes nikare destûrê bide. Bawerî û daxwaza min ew e ku bi îzna Xwedê ev yek pêk were. Lê eger wisa nebe, tişta ku heta niha hatiye kirin, wê ji niha û pê ve pêk were."
Ger PKK çekên xwe deyne, wê welat û gelên herêmê sûdeke mezin wergirin.
Fîdan got: "Em hêvî dikin, em dixwazin, em dixwazin ev bang were bihîstin û rêxistin wekî ku serokê xwe daxwaz kiriye kongreyek li dar bixe û biryara hilweşandina xwe bide û çekan deyne. Eger vî karî bike, Kurd û gelên herêmê li Iraq, Tirkiye û Sûriyê wê bi rastî sûdeke mezin wergirin.”
Wezîr Fîdan derbarê siyaseta Îsraîlê ya li Sûriyê de got: "Siyaseta ku Îsraîl niha li Sûriyeyê dimeşîne, polîtîkaya provokasyonê ye. Bi rastî ev polîtîkayeke ku xizmeta ewlekariya xwe nake, ez vê bi nirxandineke stratejîk û ewlekarî dibêjim. Bi gotineke din, çareseriya hin tiştan di asta taktîkî de, di asta stratejîk de ji bo xwe metirsiya mezintir naguherîne. Rastiyeke wiha heye, lê di vê demê de hizir li Îsraîlê cuda dixebite."





