Bi fermana Mesrûr Barzanî zevî dê li 1.628 karmendan bê belavkirin

Bi fermana Mesrûr Barzanî zevî dê li 1.628 karmendan bê belavkirin

PeyamaKurd – Li ser fermana serokwezîr Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, bi şertên diyarkirî zevî li karmendên Komîsyona Hilbijartinan têne belavkirin.

Îro, 07.04.2025an, Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da. 

Li gorî fermana Serokwezîrê Hikûmetê Mesrûr Barzanî, biryar hatiye dayîn ku zevî li 1.628 karmendên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê yên li Herêma Kurdistanê bêne belavkirin. 

Ev biryar bi nameyeke fermî ya Serokatiya Encûmena Wezîran, ji Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê re hatiye şandin. 

Di nameya bi hejmara “1188” îro de tê diyarkirin ku divê karên pêwîst bên kirin û zevî li karmendan bêne dabeşkirin, bi şertê ku wan berê sûd ji vê yekê wernegirtibe û heman mercên karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser wan jî bêne sepandin.

Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.