Bajarê Meletiyê di 3 mehan de bi miqdarê 97 milyon dolarî îxracatê kir

Bajarê Meletiyê di 3 mehan de bi miqdarê 97 milyon dolarî îxracatê kir

PeyamaKurd – Hecma bazirganiya Oda Bazirganiyê û Sanayiyê ya bajarê Meletiyê di çaryeka ewilî ya sala 2025an de, ji 97 milyon dolarî derbas kir. Serokê Odê Oğuzhan Ata Sadıkoğlu ragihandiye ku di çaryeka ewilî ya sala 2025an de, bajarê Meletiyê bi 97 milyon û 473 hezar dolarî îxracatê kirine. Serokê MTSO Sadıkoğlu weha got:

“Di meha Adarê de li gor meha borî îxracat %15 zêde bûye û gihaye 34 milyon û 843 hezar dolarî. Di çaryeka ewilî ya sala 2025an de di navbera meha 1 û 3an de îxracata me giha 97 milyon û 473 hezarî. Tevî erdheja 6ê Sibatê û pêlên neyînî yên aboriya Tirkiyê, siyaseta pera ya Banka Navendê (TCMB) û dinyayê serkeftinekî başe û ez xebatkarên me pîroz dikim.”

Di mijara îxracata bajarê Meletiyê de, ji ber gumrika îxracata welatên Ewrûpayê û DYA yê ya ser Tirkiyê kême, rê dide ku îxracat zêdetir bibe.

Di nav berhemên îxracata bajarê Meletiyê de, para herî zêde ya mişmişaye ku hilberîna pêdiviya dinyayê %80 li Meletiyê dibe.

Ev nivîs 30 car hatiye xwendin.