YE, di 15ê Nîsanê de pêngava yekem li hemberê DYAyê davêje

PeyamaKurd – Yekîtiya Ewrûpayê ger ji muzakereyên bi DYA yên li ser baca gumrikê encamê nestîne, wê di 15ê Nîsanê de gava yekem li hemberê DYAyê bavêje. Krîza ku bandorê li ser îxracata bi miqdarê 380 milyar Euroyê dike, wê gava duyem jî di 15ê Gulanê de bavêje.
Wezîrên bazirganiyê yên 27 welatên YEyê li Brukselê bi awayekî lezgîn civiyan û piştî civînê endamê komisyona YE yê, yê ji bazirganiyê berpirs Maros Sefcovic û serokê YEyê yê vê dewrê cîgirê wezîrê bazirganiyê yê Polonyayê Michal Baranowski li ser gengeşeyên navbera YE yê û DYAyê raveyan kirin.
Sefcovic di civîna çapemeniyê de got ku divê bersiva DYAyê ya bacên gumrikê dereng nemîne û muzakereyên bi DYA re tên kirin, hêj di astên zû de ne û dewam kir:
“Tarîfe bo tedbîrên sereraskirinê hatin pêşniyarkirin. Em bo çareseriyê her wext amadene. Tarîfên DYAyê li ser piraniya îxracata YEyê ya bi miqdarê 380 milyar Euroyê bandorê dike û bacê ji wan re datîne. Weka otomobîlên siwarbûnê, me bo berhemên sanayiyê jî sifir gumrik pêşniyar kir lê me birsivekî erênî nestend. Di serî de bo hesinê pola û alûmînyomê, me bo hinek berheman planê bersivdanê amade kir û wê di 9ê Nîsanê de bikeve ber dengdana YEyê. Wê lîsta dawî di 15ê Nîsanê de bê bicîhanîn.”
Sefcovic ragihand ku wê beşa duyê di 15ê Gulanê de bikeve ser rê û temamên amadekariyên wan li gore qaîdeyên ‘Rêxistina Baziganî ya Dinyayê’ hatine amadekirin û dewam kir:
“Zû an dereng em dê her dû teref li ser masê rûnên û bigihên peymaneka ku her dû teref qebûl bikin.”
Cîgirê wezîrê bazirganiyê yê Polonyayê Baranowski jî got ku ji bo pêşniyarê munaqeşe bikin, wext dane DYAyê û baca ku DYA daniye ser YEyê, ti fêdeyekî ji aboriya Amerîkayê re nake.
Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.




