UNHCRê hejmara koçber û penaberên vegeriyane Sûriyê eşkere kir

PeyamaKurd - Komisyona Bilind a Netewên Yekbûyî (NY) ji bo karûbarên penaberan ragihand ku ji dema ketina Esed ve zêdetirî milyonek koçber û 400 hezar jî penaberên Sûriyê vegeriyane malên xwe.
Komisyona Bilind a NY ji bo karûbarên penaberan UNHCR eşkere kir, ji dema ketina Esed ve heta 29 Adara borî, 52 hezar penaber ji Urdinê vegeriyane Sûriyê.
UNHCR diyar kir, li gorî wê hejmarê, rojane 372 kes ji Urdinê vegeriyane, ku li gorî dema borî ev hejmar zêde bûye.
UNHCR da xuyakirin, ji dema ketina Esed ve, 372 hezar 550 penaber ji welatên cîran weke Tirkiyê, Lubnan û Urdinê vegeriyane Sûriyê.
UNHCR di rapora xwe diyar kir, heta niha zêdetirî milyonek koçber û penaberên Sûriyê, ji dema ketina Esed ve heta 27ê Adara borî vegeriyane malên xwe.
Ev nivîs 59 car hatiye xwendin.




