Hewlêr | Li Zanîngeha Selahedîn Konferansa Avhewayê ya Navnetewî tê lidarxistin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Zanîngeha Selahedînê ji bo cara yekem û bi amadebûna nûnerên 15 welat û 29 zanîngehan, konfranseke navneteweyî li ser guhertina avhewa û astengî û çareseriyan birêve dibe.
Konferans bi amadebûna nûnerên 15 welat û 29 zanîhgehên Kurdistanê, Iraq û welatên Ereb û Ewropî li bajarê Hewlêrê bi rêve diçe.
Hate diyarkirin, welatên beşdar di konferasa de ji Kurdistan, Iraq, Tûnis, Urdin, Brîtanya, Îmarat, Yûnan, Bangladeş, Tirkiye, Îtalya, Erebistana Siûdî, Misir, Holanda, Îran û Sûriyê pêk tên.
Wê konferansa navneteweyî ya avhewayê li 8 û 9ê Nîsana 2025an birêve diçe, ku 163 lêkolîner ji welatên cuda cuda bi 54 lêkolînan beşdarî dibin.
Hate zanîn ku wê beşeke girîng a konferansê ji xwendin û lêkolînên li xwezaya Herêma kurdistanê pêk bên.
Ev nivîs 60 car hatiye xwendin.




