Hikûmeta Iraqê pakêteke 4 xalî li dijî bacên Trump ragihand

PeyamaKurd – Hikûmeta Iraqê li dijî bacên nû yên gumrikê ku ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve hatibûn danîn, çend gavên aborî û dîplomatîk avêtin.
Di civîna lijneya wezîran a bi serokatiya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El-Sûdanî de, tedbîrên ku dê bên wergirtin û paşeroja têkiliyên bazirganî yên bi Amerîkayê re hatin gotûbêjkirin.
Di civînê de hate gotin ku zêdekirina bacên gumrikê ya ji aliyê Amerîkayê ve li ser berhemên ji derve tên, dibe ku rasterast bandorê li aboriya Iraqê bike û her weha bandorên wê, dê li ser aboriya cîhanê û nirxê petrolê jî hebe.
Serokwezîrê Sûdanî plana ji çar xalan pêk tê wek tedbîrekê li hemberî bacê bi vî awayî rave kir:
1-) Bipêşvebirina rasterast ya bazirganiya hevbeş û misogerkirina beşdarbûna belavkarên Amerîkî di bazara Iraqê de.
2-) Bihêzkirina xizmetguzariyên bankî û darayî yên di navbera Iraq û Amerîka de.
3-) Ji bo danûstandinên nû yên ji bo gotûbêjkirina têkiliyên bazirganî dayîna peywirên nû ji bo heyetekê.
4-) Divê Wezareta Derve, Wezaretên Maliyeyê û Wezareta Darayî bi saziyên mixatab ên Amerîkî re têkiliyê deyînin û geşedanan her hefte ji serokwezîrtiyê re radigihînin.”
Li gorî daneyên Wezareta Bazirganiyê ya di civînê de hatin pêşkêşkirin, zêdekirina baca gumrikê ya ku ji aliyê Amerîkayê ve li ser kelûpelên Iraqê hatiye sepandin, ne ji ber kiryarên Iraqê yên li hember berhemên Amerîkayê ye, lê ji ber cudahiya hevsengiya bazirganiyê ya di navbera her du welatan de bûye. Her weha hat gotin ku piraniya îthalata Iraqê ji Amerîkayê bi awayekî nerasterast bi rêya welatên sêyemîn ve hatiye kirin.
Hikûmeta Iraqê bal kişand ser wê yekê ku ev pêngav di warê parastin û geşepêdana aboriya welat de xwedî girîngiyeke stratejîk in û armanca wan ew e k têkiliyên hevseng û rasterast bi Amerîkayê re deynin.
Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.




