Dîroka hevdîtina Erdogan û DEM Partiyê hate eşkere kirin

PeyamaKurd - Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk, îro 7ê Nîsanê ragihand ku şanda DEM Partî ya Îmraliyê û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan vê hefteyê dicivin.
Çelîk, piştî civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya AK Partiyê ku bi serokatiya Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan hate lidarxistin, daxuyanî da.
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk li ser hevdîtina çaverêkirî ya DEM Partî û Erdogan ragihand, DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Erdogan re serlêdan kiriye û got, serlêdan ji bo civîna navbera şanda Îmraliyê û Erdogan e.
Çelîk da zanîn ku serlêdana DEM Partiyê hatiye qebûlkirin û biryara nava hefteyê hevdîtin pêk were.
Tê çaverêkirin di şanda DEM Partiyê ya bi Erdogan re bicive de, Hevserokên Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari û endamên şanda Îmraliyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan cî bigrin.
Ev nivîs 58 car hatiye xwendin.




