Berdevkê PCSyê hat desteserkirin

PeyamaKurd – Berdevkê PCSyê, Ferîd Azad bêyî biryara dozgeriyê hate desteserkirin.
Platforma Ciwanên Serbixwe, (PCS) ragihand ku îro, saet di 10:00an de, ekîbeke ji Şaxa “li dijî-terorê (TEM) Ferîd Azad bêyî biryara dozgeriyê desteser kiriye.
PCSyê da zanîn ku ew bi parêzeran re di têkiliyê de ne..
PCSyê di daxuyaniya got, ekîba TEMê çûye ber deriyê mala Ferîd Azad û jê xwestiye ku bi wan re ji bo lêpirsînê û îfadeyê biçe, lê di dema desteserkirinê de tu agahdarî nehatiye dayîn û biryareke fermî ya dozgeriyê jî nehatiye nîşandan.”
Platforma Ciwanên Serbixwe diyar kir ew bûyerê ji nêz ve bi parêzerên xwe re dişopînin û hewl didin ku rewşê zelal bikin.
Ev nivîs 51 car hatiye xwendin.





