Îran: Me pêşniyareke comerd li Amerîkayê kir!

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî ragihand ku wan wekî bersiva nameya Trump pêşniyareke ‘comerd’ ji bo muzakereyên nerasterast bo Amerîkayê şandiye û niha li benda bersiva wan in.
Bekayî got ku ev pêşniyar li gor ezmûnên borî û muzakereyên nukleer ên dehsala dawî hatiye amadekirin. Di rewşa destpêkirina muzakereyan de, Uman wê bibe namzeda sereke ji bo navbeynkariyê.
Bekayî herwiha li ser têkiliyên bi welatên cîran re jî îdia kir ku Îran tu carî nebûye beşek ji tu hevpeymaniyên ziyanê bidin cîranên xwe. Derbarê Tirkiyeyê de jî diyar kir ku têkiliyên her du welatan erênî ne û herdu alî jî biryar dane vê têkiliyê biparêzin tevî hin cudahiyên li ser mijarên herêmî.
Hêjayî gotinê ye, di dawiya meha Adarê de, Îranê bi rêya Umanê bersiva nameya Serokê Amerîkayê Donald Trump dabû ku di 7ê Adarê ji Ayetullah Xamineyî re hatibû şandin û li ser destpêkirina muzakereyên peymana nukleer bû.
Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.




