Rageşiya di navbera Cezayîr û Fransayê de zêde dibe

Rageşiya di navbera Cezayîr û Fransayê de zêde dibe

PeyamaKurd – Nakokiyên dîplomatîk ên di navbera Cezayîr û Fransayê de dîsa zêde bûn. Hikûmeta Cezayîrê ferman da 12 karbidestên Fransî ku di nav wan de karbidestên Balyozxaneyê jî hebûn, di nav 48 saetan de welatê wan biterikînin. Ev rageşî di salên dawî de yek ji krîzên herî giran di têkiliyên navbera her du welatan de nîşan da.

Cezayîrê ferman da 12 karbidestên Konsulxaneya Fransayê ku di nav 48 saetan de welatê wan terk bikin.

Hat diyarkirin ku biryara dersînorkirina rayedarên Fransî ya Cezayîrê piştî ku 3 welatiyên Cezayîrê li Parîsê hatin desteserkirin hat. Hat ragihandin ku di nav kesên hatine desteserkirin de karmendekî balyozxaneya Cezayîrê jî heye û kesên navborî bi revandina bandorker Amir Boukhors ku li ser medyaya civakî bi navê "Amir DZ" tê naskirin û bi postên xwe yên dijberiya hikûmeta Cezayîrê tê naskirin, hatine sûcdarkirin.

'Dest ji vê biryarê berdin'

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot bertekek tund nîşanî biryara dersînorkirinê ya Cezayîrê da û xwest ev biryar bê betalkirin. Wezîr Barrot diyar kir ku wekî din wê Fransa jî 'demildest bersivê bide'.

 
Ev nivîs 52 car hatiye xwendin.