Îmarat ji nû ve dest bi geştên asmanî yên ber bi Sûriyê ve dike

Îmarat ji nû ve dest bi geştên asmanî yên ber bi Sûriyê ve dike

PeyamaKurd – Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (Îmarat) ragihand ku wan biryar daye ku geştên esmanî yên ji bo Sûriyê ji nû ve bidin destpêkirin.

Li gor nûçeya WAM ya ajansa fermî ya Îmaratê, hat diyarkirin ku ji bo ji nû ve destpêkirina seferên di navbera her du welatan de gavên pêwîst bên avêtin koordînasyona hevpar berdewam e.

Di raporê de hat ragihandin ku Rêveberiya Giştî ya Hewayî ya Sivîl a Îmaratê ragihand ku wê seferên di navbera Îmarat û Sûriyeyê de ji nû ve dest pê bikin.

Li gorî saziyê, xebatên hevahengiyê yên hevbeş berdewam in ji bo temamkirina prosedurên pêwîst ji bo vegerandina geştan piştî navbereke 13 salan.

Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê Ehmed Şara doh di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya Îmaratê de bi Serokê Îmarata Erebî Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan re civiya.

Piştî rûxandina rejîma Baas a Sûriyê, Balafirgeha Navdewletî ya Şamê careke din dest bi kar kir.

Balafireke rêwiyan a Rêyên Hewayî ya Sûriyê di 18ê Kanûnê de yekem geşta xwe ya herêmî ji Balafirgeha Şamê ya Navdewletî ber bi Helebê ve pêk anî.

Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê di 7ê Çile de ji geştên navneteweyî re hat vekirin.

 
Ev nivîs 53 car hatiye xwendin.