Netanyahu: Ji bo vegerandina girtiyan em danûstandinên tund dikin

Netanyahu: Ji bo vegerandina girtiyan em danûstandinên tund dikin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku ew ji bo vegerandina girtiyên Îsraîlî "muzakereyên berfireh" dikin.

Piştî ku Hamasê ragihand ku ew pêşniyara nû ya agirbestê û pevguhertina girtiyan ji aliyê navbeynkaran ve hatiye pêşkêşkirin, Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniya rojnameya Maariv, Netanyahu li ser telefonê bi dayikên 3 girtiyên li Xezzeyê re axivî û da zanîn ku ji bo vegerandina leşkeran niha muzakereyên giran didomin.

Netanyahu got ku ew ê "hemû girtiyan, çi sax be, çi mirî, vegerînin."

Hamasê di daxuyaniya xwe ya berê de diyar kiribû ku pêşnûmeya navbeynkaran tê lêkolînkirin û piştî şêwirên pêwîst wê di zûtirîn demê de bersiv bê dayîn.

Samî Ebû Zuhrî, yek ji rêberên Hamasê, derbarê pêşniyara navbeynkaran a ji bo bêçekkirina berxwedanê de ji televîzyona El Cezîre re got: "Çekên berxwedanê xeta me ya sor milyon qatî ye û guh nedin wan, dev jê berdin."

 
Ev nivîs 51 car hatiye xwendin.