Donald Trump: Em ê li çekên nukleerî yên Îranê xin!

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump der barê rojevê de axivî.
Daxuyaniya Trump sê sernavên girîng hene. Eva; Tarîfa gumrikê, pirsgirêka Îranê û şerê Ukraynayê.
Trump di axaftina xwe de peyameke zelal da û Îran tirsand.
Trump bal kişand ser wê yekê ku Îran nikare bibe xwedî çekên nukleerî û diyar kir ku divê Îran dev ji vê xewna xwe berde.
Trump di axaftina xwe de ev tişt got:
"Em ê li çekên nukleerî yên Îranê xin"
Ez ê pirsgirêka Îranê çareser bikim, Îran nikare bibe xwedî çekên nukleerî. Divê Îran dev ji vê xewna xwe berde, wê rastî bersiveke tund bê. Em ê li çekên nukleerî yên Îranê bixin.
Ez dixwazim Îran bibe welatekî dewlemend û mezin, lê yek tişt, tiştek pir hêsan, ew nikarin bibin xwedî çekên atomî."
Bac
Ez ê li ser dermanên îthalkirî baca gumrikê deynim. Tiştê ku divê ez bikim ev e ku bernameyek bicîh bikim.
Ev wê di paşerojeke ne pir dûr de çêbibe.
Şerê Ukraynayê
Di dawiyê de Trump bal kişand ser şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de jî û got, "Ji bo rawestandina şerê li Ukraynayê di demeke nêz de wê pêşniyarên min hebin."





