Reuters: Trump gefa desttêwerdana leşkerî li Îranê dixwe

Reuters: Trump gefa desttêwerdana leşkerî li Îranê dixwe

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir Îran divê dest ji xwesteka bidestxistina çekên nukleerî berde û hişyarî da ku eger wê berdewam be li ser wê rêyê dê rastî bersiveke leşkerî ya tund bê.

Ajansa Reutersê ragihand ku Trump rêveberiya Îranê wekî radîkal pênase kir û amaje bi wê yekê kir ku eger rê jê re bê dayîn ku Îran bibe xwediyê çekên atomî, ew dê bibe metirsiyeke gelekî mezin.

Trump diyar kir, Îran di bernameya nukleerî de bilez bi pêşnve diçe û li hemberî wê jî pêwîst dibîne ku pêngavên bilez li hember wan bê avêtin. 

Wî her weha diyar ku her karekî ku ji aliyê Amerîkayê ve bê kirin tenê be ji bo berjewendiya wê ye û dê ji bo berjewendiya hemû cîhanê be.

Ev nivîs 63 car hatiye xwendin.