Rêveberiya Rojava 3 zarokên DAIŞê radestî şanda Brîtanî kir

PeyamaKurd - Şandeke fermî ya Brîtanya ya bi serokatiya Cîgira Rêvebera Ofîsa Sûriyeyê ya Brîtanyayê Mary Shockledge û sekretera duyem ya karûbarên siyasî Niamh Connolly, li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Fenar El Kiêt, endamê Desteya Rêveber Xalid Îbrahîm, Şêwirmendê Rêveberiya Deriyê Sêmalka Rojhat Elî û Nûnera Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Lana Hisên ve hate pêşwazîkirin.
Medya Rojavayê Kurdistanê ragihandiye ku di hevdîtinê de Fener El Kiêt ji şandeya Brîtanyayê re behsa geşedanên dawî yên li Sûryeyê, danûstandinên di navbera Rêveberiya Xweser û desthilata Şamê de, rewşa diyaloga kurdî- kurdî û helwesta rêveberiyê ya derbarê Danezana Destûrî ya desthilta Şamê kir.
Mary Shockledge jî hehsa girîngiya rêkeftina di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û desthilata Şamê de hatiye îmzekirin kir. Herwiha diyar kir ku rewşa mirovî û ewlekarî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hîna xirab e û DAIŞ li Sûriyê, Iraq û navçeyên din weke metirsiyeke rasteqîn e.
Shockledge diyar kir ku welatê wan, weke endamek di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê dê bi hevkarên xwe re berdewam bike, bi taybet Hêzên Sûriya Demokratîk, ji bo têkbirina DAIŞê ya demdirêj.
Di dawiya serdanê de jinek û 3 zarokên Brîtanî ji malbatên DAIŞê li gorî belgeyeke fermî ya ku di navbera Rêveberiya Xweser û Brîtanyayê de hatiye îmzekirin, radestî şanda Brîtanyayê hate kirin .
Ev nivîs 65 car hatiye xwendin.




