Li Iraq û Kurdistanê 320 partî û 60 hevpeymanî hene

Li Iraq û Kurdistanê 320 partî û 60 hevpeymanî hene

PeyamaKurd - Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê derbarê hejmara partî û aliyên siyasî yên dikarin tevlî hilbijartinê bê yên Parlamentoya Iraqê bibin de, agahî belav kir.

Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Cumane Xelay eşkere kir ku  zêdetirî 320 partiyan û 60 hevpeymaniyên siyasî tevlî hilbijartinên Iraqê dibin.

Cumane Xelay got, “Tevaya partî û hevpeymaniyên siyasî ji aliyê Komisyonê ve tên vexwendin, ji bo ku raporan bidin beşa peywendîdar ji bo tomarkirina xwesteka tevlîbûna xwe ya hilbijartinan.”

Berdevka Komisyonê diyar kir, “Ew hevpeymaniyên berê hatine tomarkirin û ti guhertin bi ser de nehatine dikarin bi awayekî rasterast ji bo tomarkirina heza tevlîbûnê peywendiyê bi Komisyonê bikin.”

Cumane Xelay da zanîn, “Ji bo hevpeymaniyên ku guhertin bi ser de hatine an jî nû ne, divê ji bo temamkirina proseya tomarkirinê rêkarên diyarkirî bi cih bînin û serdana Komisyonê bikin.”

Xelay got ku ev qonax roja 15ê Nîsanê hatiye destpêkirin û dê heta 4ê Gulanê berdewam bike.

Ev nivîs 81 car hatiye xwendin.