Der’a / Ji ber teqemeniyên şer 4 zarokan can da

PeyamaKurd – Îro, 15ê Nîsana 2025, li gundewarên rojavayê Der’ayê ya başûrê Sûriyeyê, teqemeniyên jibermahiyên şer bû sedema ku 4 zarok canê xwe ji dest bidin û 4 zarok jî birîndar bibin.
Çavkaniyekî herêmî ji ragihand ku zarok li ser motorsîkletekê bûn û li nêzî navendeke tenduristiyê ya li bajarokê Tasilê rahiştibûn jibermahiyeke neteqandî. Jibermahî bi xeletî ket û teqiya.
Çavkaniyî da zanîn ku zarokên canê xwe ji dest dane; Mihemed Xalit El-Selamat, Yezan Dia’a El-Selamat, Mu’tasim Ahmed El-Selamat û Zekî Aşiq El-Selamat in.
Hate ragihandin ku ji ber teqînê her 4 zarokan di cih de canê xwe ji dest dan û 4 zarokên din ên li nêzî cihê bûyerê birîndar bûn.
Her weha hate diyarkirin ku birîna her 4 zarokên din jî xedar e û ew neqlî nexweşxaneya Der’ayê hatine kirin.
Ev nivîs 59 car hatiye xwendin.





