Ukrayna: Di êrîşa Rûsyayê ya bi moşekên balîstîk ên li ser Sumy de 32 kes mirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di êrîşa bi moşekên balîstîk a ku artêşa Rûsyayê li ser bajarê Sumy yê Ûkraynayê pêk anî de 32 kes mirin û 99 kes jî birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku li ser hesabê Telegramê yê Servîsa Lezgîn a Dewletê ya Ukraynayê (DSNS) hat dayîn, di êrîşa bi moşeka balîstîk a ku artêşa Rûsyayê li ser bajarê Sumyyê pêk anî de 32 kes mirin û 99 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku li herêma êrîşê xebatên lêgerîn û xelaskirinê dewam dikin û di nav birîndaran de 11 zarok jî hene. Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy jî di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Telegramê de diyar kir ku Rûsyayê di Cejna Şaxên ku wek roja ketina Îsa ya Qudsê tê qebûlkirin de êrîş biriye ser Sumy.
Zelenskiy bal kişand ser wê yekê ku saziyên perwerdeyê û niştecihên bajêr bûne hedefa êrîşan, Zelenskiy bang li welatên din kir ku li hember Rûsyayê bertek nîşan bidin. Zelenskyy got, "Rûsya tam bi vî rengî terorê dixwaze û vî şerî dirêj dike."





