Mesrûr Barzanî li gel endamên kongreya Amerîkayê civiya

PeyamaKurd –
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya şandeke Kongreya Amerîkayê kir. Di hevdîtinê de aliyan tekezî li ser wê yekê kirin ku divê bê dem û paşvexistin kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê bê avakirin.
Şanda Amerîkî ji endamên Kongresê Adam Smith, Michael Baumgartner, Sara Jacobs, Wesley Bell, George T. Whitesides û çend berpirsên ligel wan pêk dihat.
Di daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat ragihandin, di civînê de rewşa giştî ya Iraqê, pêşhatên herêmî û kûrkirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê hatin gotûbêjkirin.
Parlamenterên Amerîkî piştevaniya Amerîka bo Herêma Kurdistanê dûpat kirin û bal kişandin ser giringiya wê ya stratejîk li Iraq û Rojhilata Navîn.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştevaniya berdewam a Amerîkayê kir û bal kişand ser reformên ku ji aliyê hikûmetê ve di warên enerjî, elektrîk û sîstema bankî de hatine kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, mijareke din a girîng a civînê jî ew bû ku di zûtirîn dem de kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê bê avakirin. Herdu aliyan li ser vê mijarê yekdengiya xwe diyar kirin.
Herwiha mijarên wekî têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê, destpêkirina hinartina petrola herêmê, geşedanên li Sûriyeyê û pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê jî hatin rojevê.





