Parlamenterên Brîtanya û yên Yekîtiya Ewropayê serdana Rojavayê Kurdistanê kir

Parlamenterên Brîtanya û yên Yekîtiya Ewropayê serdana Rojavayê Kurdistanê kir

PeyamaKurd – Nûnera Karûbarên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmed di çarçoveya serdana xwe ya Qamişlo de mêvandariya şandeya parlamentoya Brîtanyayê û yên ji Yekîtiya Ewropayê kir. 

Di hevdîtinê de Îlham Ehmedê derbarê pêşhatên dawî yên siyasî, ewlekarî û aborî yên li herêmê de agahiyeke berfireh pêşkêş kir.

Îlham Ehmedê tekez kir ku diyaloga berdewam di navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê de aktîv e û gotûbêjên cidî li ser yekrêziyê berdewam in.

Di 18ê Nîsanê de partiyên Kurdistanî ji bo kongreya neteweyî dê li hev bicivin. Piştre komîteyeke hevbeş ji bo çavdêriya danûstandinên ji bo nivîsandina destûra nû ya Sûriyeyê dê bê avakirin.

Ehmedê tekezî li ser giringiya beşdariya berfireh di pêvajoya destûrî de kir û diyar kir ku dê komîteyên nû ji bo komkirina hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê bên avakirin. 

Wê da zanîn ku avakirina van komîteyan gaveke pêwîst e berî ku dest bi nivîsandina destûrê bê kirin.

Derbarê mijarên aborî de jî Îlham Ehmedê tekez kir ku Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ji beşek cezayên ku Amerîka li ser Sûriyeyê sepandiye bêpar e.

Rêvebiriya Sûriyeyê lîsteyek taybet pêşkêş kir ku tê de diyar dike ka kîjan vebêrhan nehatine pêkanîn û kîjan derbasdar in. 

Her wiha hat diyarkirin ku gelek rêxistinên sivîl ên li herêmê piştî rûxandina rejima Esad tevdigerin, ji wê demê ve çûne Şamê.

Ehmedê bal kişand ser êrîşên dewleta Tirkiyeyê û diyar kir ku li gelek herêmên Rojavayê Kurdistanê operasyon didomin.

Wê tekez kir ku qutkirin bi qestî ya Tirkiyeyê ya avê bûye sedema tengasiyeke cidî li parêzgeha Hesekê, ku nêzîkî milyonek niştecihên wê êdî nikarin ava vexwarinê ya paqij bidest bixin.

Îlham Ehmedê hikûmeta nû ya Şamê jî rexne kir û diyar kir ku ew li ser bingehê îdeolojiya îslamî û selefî ye ku nikariye nûnertiya nifûsa Sûriyeyê ya cihêreng bike.

Wê got ku di demekê de ku hikûmeta nû ya Sûriyeyê hewl dide xwe ji civaka navdewletî re weke “di xema mafên mirovan de” nîşan bide, lê kiryarên wê berevajî wê wêneyê ne.

Di dawiyê de Îlham Ehmedê tekezî li ser giringiya reşnivîsa destûreke zelal û berfireh kir ku bibe bingehek ji bo hilbijartinên şefaf û demokratîk. 

Da zanîn ku lidarxistina hilbijartinan bêyî destûreke weha û bêyî haybûna ji sîstema hilbijartinê gelekî pirsgirêk e.

Ev nivîs 28 car hatiye xwendin.