Peyama Serok Barzanî ya parêzgehbûna Helebceyê

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî bi boneya pejirandina Helebceyê weke parêzgeh peyamek weşand.
Di peyamê de, destxweşî li serokatiya Encûmena Nûnerên Iraqê, endam û blokên siyasî kir ku piştgirî dan vê projeyê.
Wî herwiha tekezî li ser yekrêziya fraksiyonên Kurdistanî kir ku bi hevkarî ev serkeftin ji bo gelê Helebceyê û Kurdistanê pêk anîn.
Serok Barzanî weha got:
“Pîrozbahiyeke germ li xelkê Helebceyê û hemû Kurdistanîyan dikim. Hêvîdar im ev gav bibe destpêkek ji bo geşkirin û xizmetkirina vê devera qurbanîdêr, bi saxkirina êş û birînên Helebceyiyan re.”
Serok Mesûd Barzanî silav ji giyanê şehîdên Helebceyê û Kurdistanê re şand û daxwaza bextewarî û serfiraziyê ji bo gelê Helebceyê û tevahiya Kurdistanê kir.
Ev nivîs 77 car hatiye xwendin.





