Iraq qanûnên tund li ser bikaranîna nargilê û cixareyê ferz dike

Iraq qanûnên tund li ser bikaranîna nargilê û cixareyê ferz dike

PeyamaKurd – Lijneya Tenduristî û Jîngehê ya Parlamentoya Iraqê ragihand, di yasaya nû ya Tûtinê de wê anîna titûn û vexwarinê were rêkxistin û kesên binpêker wê yekser bên cezakirin.

Serokê Komîsyona Tenduristî û Jîngehê Mecîd Şengalî ji Ajansa Nûçeyan a Iraqî re got, ev proje yasayê li kesên ku temenê wan di bin 18 saliyê de ne, kişandina nargilê qedexe dike û bi temamî rê li ber bikaranîna nargilê li deverên girtî digire.

Şengalî diyar kir ku li cihên ku zarok lê bin, jin çi mêr bin, kişandina nargezê wê bê qedexekirin û li hemû saziyên dewletê jî bikaranîna cixare, nargilê û cixareya elektronîk di çarçoveya qanûnê de qedexe ye û ji bo her binpêkirinê wê tavilê 50 hezar dînar cezayê pere were birîn.

Pêşnûmeya qanûnê ya nû herwiha wê hewce bike ku hemî cixare û hilberên titûnê yên îthalkirî (yên elektronîkî jî di nav de) bi etîketên taybetî bêne nîşankirin ku piştrast dikin ku ew bi rêya îthalata fermî derbasî welêt bûne.

"Armanca qanûnê ew e ku hem bikaranîna titûnê û hem jî mekanîzmayên îthal û vexwarinê birêkûpêk bike"

Macid Şengalî anî ziman ku niha bac li ser cixareyên îthalkirî nayên dayîn û diyar kir ku wê bi qanûna nû ev rewş bi dawî bibe û ji bo berhemên titûnê sîstema bacê bê danîn.

 
Ev nivîs 58 car hatiye xwendin.