Xaminey cara yekem li ser hevdîtinên bi Amerîkayê re daxuyanî da

Xaminey cara yekem li ser hevdîtinên bi Amerîkayê re daxuyanî da

PeyamaKurd - Rêberê Olî yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî, derbarê danûstandinên Îranê yên bi Amerîkayê re cara yekem axivî û got: “Baş bi pêş ve diçin”.

Medya fermî ya Îranê ragihand, Elî Xamineyî gotiye, “Gotûbêj di gavên destpêkê de baş bi pêş ve diçin. Em ji bo aliyê din gelekî reşbîn in lê em bi şiyanên xwe geşbîn in.”

Hêjayî gotinê ye, roja şemiya borî cara yekem berpirsên rêveberîya Washingtonê û berpirsên Tehranê li Umanê li ser mijara bernameya nukleerî civiyan.

Berpirsên her du aliyan ragihandin ku gotûbêj erênî û avaker derbas bûne.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, herwiha hişyarî da Îranê ku ger li ser sînordarkirina bernameya nukleerî negihijîn lihevkirinekê, ew ê dest bi êrîşeke leşkerî bike.

Donald Trump bawer dike ku Îran hewl dide çekên atomî çêbike lê Tehran vê yekê red dike û tekez dike ku armanca wê ya ji hêza atomî tenê hilberîna elektrîkê û lêkolînên bijîşkî ye.

Nûnerê Amerîkayê yê Rojhilata Navîn Steve Whitcoff roja duşemê da zanîn ku lihevkirina wan bi Îranê re girêdayî piştrastbûna ku Tehran nikare çekên atomî çêbike ye.

Ev nivîs 79 car hatiye xwendin.