New York Timesê hûrgiliyên biryara vekişîna Amerîkayê eşkere kir

New York Timesê hûrgiliyên biryara vekişîna Amerîkayê eşkere kir

PeyamaKurd – Rojnameya New York Timesê ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, dest pê kir bi sedan leşkerên xwe ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê vekişîne.

Di heman demê de, nûçegihanekî Sky News Arabicê got ku karwanekî mezin ji leşkerên Amerîkî ji zeviya gazê ya Konîko li Dêra Zorê vekişiya û ber bi binkyekedîn din ê li Şedadiyê, li başûrê Hesekê ve çû.

Du berpirsên payebilind gotin ku artêşa Amerîkayê dê ji 8 baregehên xwe yên operasyonên piçûk 3 bigire, bi vî awayî hejmara leşkerên xwe ji 2,000an daxe derdora 1,400 leşkeran.

Baregehên ku artêşa Amerîkî dê bigire, ji bilî binkeyekî biçûk, binkeyê li gundê Kesk û Firat in.

Herdu rayedaran got, “Di nav 60 rojan de ji îro pê ve, rêberên Amerîkî dê binirxînin ka gelo ew ê bêtir vekişin an na.”

Karbidestekî Amerîkî got ku fermandarên Amerîkayê pêşniyar kirine ku herî kêm 500 leşker li Sûrîyê bimînin, her çend Serokê Amerîkayê Donald Trump “gumanên kûr” li ser mayîna leşkerên Amerîkî li wir anîbû ziman.

Her du rayedaran bi şertê ku navên wan neyên eşkerekirin got, “Kêmkirinan roja Pêncşemê, 17ê Nîsana 2025an, li ser bingeha pêşniyarên fermandarên meydanî ji bo girtin û yek kirina baregehan û pejirandina ji aliyê Pentagonê ve, dest pê kir.”

Ev nivîs 54 car hatiye xwendin.