NYT: Amerîka 3 baregehên leşkerî li Sûriyê girt, bi sedan leşker vekişand

NYT: Amerîka 3 baregehên leşkerî li Sûriyê girt, bi sedan leşker vekişand

PeyamaKurd – Rojnameya New York Times (NYT) îdia kir ku artêşa Amerîkayê 3 ji 8 baregehên xwe yên leşkerî li bakurê Sûriyê girtine û dest bi vekişandina bi sedan leşkerên xwe kirine.

Li gorî nûçeya rojnameyê ku li ser zarê du rayedarên payebilind belav bûye, Amerîka hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyê kêm dike.

Di raporê de hat îdiakirin ku Amerîkayê di çarçoveya plana girtina sê ji 8 baregehên xwe yên li bakurê rojhilatê Sûriyê de, dest bi vekişandina bi sedan leşkerên xwe kiriye.

Di vê çarçoveyê de hat ragihandin ku hejmara leşkerên Amerîkayê yên li Sûriyeyê ku 2 hezar e, wê dakeve hezar û 400î.

Di nav baregehên girtî de, "Qada Piştgiriya Mîsyonê Yeşîl Köy, M.S.S. Fırat" û tesîseke din a biçûk hat gotin û hat diyarkirin ku rayedarên leşkerî wê binirxînin ku piştî 60 rojan wê qutkirina zêde bikin yan na.

Di dawiya sala borî de, Amerîka ragihand ku ew hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyê zêde dike û dike 2,000 kes bi sedema metirsiya DAIŞê li herêmê û êrişên milîsên bi piştevaniya Îranê bo ser baregehên Amerîkî.

Ji aliyeke din ve, kanala NBC li ser zarê du berpirsên berevaniya Amerîkayê di destpêka meha Sibatê de îdia kiribû ku Wezareta Berevaniyê li gor siyasetên rêveberiya Trump dest bi amadekirina planan kiriye ku di nava 30, 60 an 90 rojan de hêzên Amerîkayê bi temamî ji Sûriyê vekişin.

 
Ev nivîs 52 car hatiye xwendin.