Rûsyayê hişyariya duyemîn a Taurusê da Almanyayê!

PeyamaKurd – Rûsyayê got ku ew ê êrîşên Ukraynayê yên li ser binesaziya veguhestina Rûsyayê ya bi moşekên dûravêj ên Taurus ên Almanyayê wekî "tevlîbûna Almanyayê di şer de" binirxîne.
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova doh ji rojnamevanan re got ku êrîşeke Torosê li ser her tesîseke Rûsyayê ku binesaziya veguhestinê ya krîtîk heye wê rasterast Almanyayê tevlî şer bike.
Rageşiya li ser Taurusê zêde bû dema ku Serokê Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU) Friedrich Merz ku tê payîn di meha Gulanê de serokwezîrtiyê ji endamê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) Olaf Scholz werbigire, got ku moşekên Taurus dikarin ji Ukraynayê re bên şandin.