Rejîma Îranê 2 girtiyên Kurd bi dar ve kir

Rejîma Îranê 2 girtiyên Kurd bi dar ve kir

PeyamaKurd – Li gorî agahiyên ku gihaye Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî, 15ê Nîsana 2025an, 2 girtiyên Kurd ên bi navê Elî Fezadostiyanî û Seîd Ebasî, xelkê bajarên Kirmaşan û Elîguderzê, ji aliyê rejîma Îranê ve bi tohmeta madeyên hişbir li girtîgehên navendî yên Kerec û Kirmaşanê hatin bidarvekirin.

Elî Fezadostiyanî, Kurdê ji bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê, piştî 6 salên girtîbûnê bi tohmeta madeyên hişbur, li girtîgeha navendî ya Kerecê hate bidarvekirin. 

Di heman demê de, Seîd Ebasî, Kurdê 25 salî û xelkê Elîguderzê, piştî 2 salên girtîbûnê bi heman tohmetê, li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê (Dîzilava) hate bidarvekirin.

Heta niha, nûçeya bidarvekirina van her du girtiyên Kurd di medyayên fermî yên hikûmetê û bi taybetî yên girêdayî Dezgeha Dadwerî ya rejîmê de de nehatiye belavkirin.

 

Ev nivîs 61 car hatiye xwendin.