Li ser rewşa tenduristiyê ya Sirri Sureyya Onder daxuyaniyeke nû hat dayîn

Li ser rewşa tenduristiyê ya Sirri Sureyya Onder daxuyaniyeke nû hat dayîn

PeyamaKurd – Dermankirina Alîkarê Serokê Giştî yê TBMMê Sirri Sureyya Onder dewam dike. Di dema ku serdanên saxbûnê berdewam kirin, Nexweşxaneya Florence Nightingale têkildarî rewşa tenduristiya Onder daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniya nivîskî de hat diyarkirin ku tedawiya Onder li beşa lênêrîna giran didome. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku rewşa tenduristiya Onder baş e û ev tişt hatin gotin:

"Pêvajoya tedawiya giran a nexweşê me birêz Sirri Sureyya Onder berdewam dike. Rewşa wî ya giştî weke bêrê ye, li gorî pîvanên doh îstîqrara xwe ya lênihêrîna giran diparêze. Tedawiyên me yên ji bo enfeksiyon û iltîhabê berdewam dikin. Rewşa nexweşê me xeter e û jiyana wî di xetereyê de ye."

 
Ev nivîs 50 car hatiye xwendin.