DYA bombeyên îmhakirinê dişîne Îsraîlê

DYA bombeyên îmhakirinê dişîne Îsraîlê

PeyamaKurd – Di dema ku îhtîmala êrîşeke muhtemel a li ser Îranê di rojevê de bû, DYA bi 9 balafirên neqlê barekî mezin ji cebilxaneyên leşkerî ku di nav wan de bombeyên bibandor ên stargehan jî hebûn şandin Îsraîlê. Li gorî nûçeya televîzyona dewletê ya Îsraîlê KANê, cebilxane gihiştin Baregeha Esmanî ya Nevatim a li çola Negevê.

Hat gotin ku ev şandina han ji bo amadekariya êrîşeke muhtemel a li ser tesîsên nukleerî yên Îranê li egera têkçûna danûstandinên navbera Amerîka û Îranê ye. Hat ragihandin ku cebilxane ji baregehên Amerîkayê yên li Ewropa û Rojhilata Navîn hatine şandin.

Hefteya borî Amerîka ji bo Sîstema Parastina Hewayî ya Bilind a Herêmî (THAAD) ku li Îsraîlê ye, moşekên navbirî û bombeyên MK-84 şandibû.

Ji aliyeke din ve rojnameya New York Times nivîsiye ku Îsraîlê di meha Gulanê de plana êrîşeke berfireh bo ser Îranê pêşkêşî Koşka Spî kiriye, lê Serokê wê demê yê Amerîkayê Donald Trump ew plan red kiriye û danûstandinan tercîh kiriye. Trump got ku ew plana êrîşê "paş nade" lê ji bo vê yekê lez nake.

 
 
Ev nivîs 59 car hatiye xwendin.