Kongreya neteweyî ya li Rojavayê Kurdistanê hat taloqkirin

Kongreya neteweyî ya li Rojavayê Kurdistanê hat taloqkirin

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê partiyên Kurdî ji bo avakirina yekitiya di navbera xwe de û çareserkirina nakokiyên navxweyî yên di derbarê danûstandinên bi Şamê re, plan dikirin ku kongreya neteweyî li dar bixin.  

Çavkaniyekî ji Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ragihand ku roja kongreyê hat bipaşxistin. 

Hate zanîn ku di civîna komîteyê de biryara taloqkirinê hatiye dayîn.

Sedema bipaşxistina kongreyê bi kêşeyên teknîkî yên hin beşdaran ve têkildar kir û tekez kir, ku hewl bo lidarxistina kongreyê di demeke kin de di heman demê de bi beşdariya berfireh berdewam in.

Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) Feysel Yûsif jî ragihand ku amadekariyên kongreya neteweyî berdewam dikin û kongre dê di demek nêzîk de were lidarxistin.

Ev nivîs 56 car hatiye xwendin.